Here !
here!
nezivire li dû xwe bila dilê te bimîne besî min e li ser zimanê min, wek newayek bê nota wek wêneyek li dîwar rojê danek min, ji min dûrdixe janê bê nav radizînim, di nav dilê xwe de here nezivire li dû xwe bila nêrîna te bimîne, têra min heye li ser hişê min, wek çolistanek bê av, wek dêmcam’ek gazî min dike wek biruskek min ditirsîne min bi tîhbûn a evînê terbîye dike baranê bê demsal dibarin li ser laşê min lê dîsa ez dibêjim here nezivire li dû xwe gava tu tu li min binêrî ezê bixeniqim di awirên te de awirên kûr û bi xunav awirên ramanê min de dibin helbest helbestên bendewarîyê helbestên qala penaberîyê dikin di nav welatê dîlê te de, ez dîsa bûm e penaber here here û here... 17 Avrêl 2018 |
Yüreğinize sağlık...