Ez Nacemidim
Ezîza min!
ez bi bim berfek der/biharê bê dem û bê demsal bibarim li ser kulîlkê porên te vemirînim agirê dilê te bînim ji te re gulmek hêvî ji dûrî şer û pêvçûnan ji dûrî dilê xemgîn ji durî girîyê zarokan û ji nalînên dayîkan wêdetir bi şad û bextewarî na, na, bisekine ezê ji te re ezman boyax bikim bi hêşînayî ya rengên jîyanê bafirokan bifirînim bê ba bi kenê zarokan perperîkan bigrim berdim nav dilê te û rûnêm li ber derîyê bijangên te bila ew çax biherike ji dil hezkirinên bê dawî û ger demsal bizivire zivistanê jî lê dilê min germe ez na cemidim... 01.04.2018 |
Gönlüne sağık...
............................................... Saygı ve selamlar..