1
Yorum
0
Beğeni
5,0
Puan
2158
Okunma
Bila min avdabin hezar gul
Lê nehêlan ez avê bidem gula xwe
Hemu biharan, vek bilbil di xwînim bo gulên din
Dîsajî ez nabim ê bêyî gula xwe gulan bihebînem
Ez nebume şahid
Lê heger bihuşt reng bi rengbe
Ji xwe gulamin bihuşte.
Dê ji hezar gulên pexîl(hesud),
Ên bêyî gulamin di bişkivin re bêjim
Dil çiqas cudabin jî
Dema ji hevdu hesbiken mîna(vek) hevin
Her mîna gulên baharê ên heft reng
Seyda çend wexte halê me visaye
Êdî bêje sira vê dildarîyê (evînê)
Levra ez hêj nebume feqî (şagirt)
Bi lêgerîna evîna çarmixkirî
Sê belg
Sê reng
Û di bûxçika berpala min de çarşev
Çend wexte di dest min de gopal li avê digerim di kahnîyan de
Ji bo gula xwe a bêav hatî hiştin
Bila min avdabin hezar gul
Lê nehêlan ez avê bidem gula xwe
Hemu biharan, vek bilbil di xwînim bo gulên din
Dîsajî ez nabim ê bêyî gula xwe gulan bihebînem
Niwıskar: Faruk Fahrettîn ÖZCANAN
Wergêr: Xalid LEHÎ
5.0
100% (1)