Ax Kobanê...!!!
Ax Kobanê ez bi qurbanê
"Gene bomba yağdı üstümüze Gene dost kardeş seyre daldı üzüntümüze Kobani yaralı yaralı düşünüyor Zalim dünya parça parça bizi izliyor. Yersiz yurtsuz çocuklar Yalın ayak bırakılır vatansızlığa Ve terk edilmiş bir haksızlığa Getirin bir kalemle bir kağıt Çabuk yazın Bizim bizden başka dostumuz yok Bizim bizden başka düşmanımızda yok anlayın ki tek çaremiz Ve yaramızı ancak kardeşlik iyileştirebilir...." Ah Kobani sana Kurban olayım. Dîsa bombe barandin ser me Dîsa bêdeng man dost û birayên me Bajarê Kobanê bûn bajarê dil xemgîn Bûn Halepçe... Guhdarkir cîhana bibext em dîsa bûn parçe parçe. zarokên bêcih û war.... Pêxwas dimîni bê welatiyê Bêkes dimînî bê weletiyê Pênûs û kaxizeke bînin bi lezînin Serok û reberê kurdan kom bikin Bila binivîsin ku Ancax kurd ji kurdan re dibe çare Birîna Kurdistanî ancax bi biratîya kurd sax bibe Ey dîrok te ez naskirim Ala sor bû ser rûye min te ez fem kirim. çîroka min dilgeşîya zarokên rojê Geş dibe ser kilam û dozê Ez neviyê Seyît Riza dilo cigera min dişewite weke kozê.. xwîna şehîdên nemir bû sembola jîyana min... Awazeke kûr ser çiye dimeşe Şehîd dibare şehîdan tov dike tolhildana min navê min Qazî Muhammet ew ê herdem serfiraz Ew ê ronahîya welat re Tîréja serbilindiyê ... Bûm qêrîn bûm nalîn Ser çol û çiye bûme Cegerxwîn Ax birîna min ax Kurdistana min Te şewitand Te peritand dilo hinavê min Te jîyan û helbesta min nivisiye qebrîstan... Ma tu nizanî ez bê te tarî dibim perişan û perçiqî dibim Dengê raperîna bibihîse Şex Saîd Alî Şêr misafire li demare te de Ey dîrok te ez nas kirim? Navên digel xwînê nivisiye Navê min Kurdistan hatiye nivîsandin... Ey dünya bizane ku Tu deyndar mayî li Kurdistan Tu birîndar mayî... û hola egîdiyê de ketî heft tebeqe goristan Ey Xudayê ezîz An Kurdistan bike bihuşt an jî bihuştê bike Kurdistan Bila weke tesbîh bikêşin ji can fedayî hevalên dilgeş û welatparêz Hemû bi hev re awaz bikin Ax Kobanê ez bi qurbanê |