Çarin
Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e Ku azad ji dîlî agahdar nîne. Gulîstan cihê te ey nazenînim Ez di gulxen û xwelî de dirûnim Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra Ku çavan vedikim her te dibînim Bela wek remzekê ji bejna te ye Mecnûnî qismek ji sewda te ye Gûmana min ev e ku xaliqê te Veşartî î di temaşa te de ye Dilêm ji derdê te herdem xemîn e Balîfêm kevir, doşekem zemîn e Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e Alemê de kes nebe wek min, amîn Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn Her ê ku bi halê min bawer nîn e Weke min be, weke min be, weke min Her ew ku aşiq e ji can natirse Aşiq ji zencîr û zîndan natirse Dilê aşiq weke gurê birçî ye Ku ew ji heyheya şivan natirs hakan çavdarcı |