Vi BajariÎroj kenek, piştî ramûsînê Li gezkirina rûyekî şanaz digerriya Rûyekî ku hê xew lê neherrimiye jiyan Ev bajar bênamûs û xwefiroş Dem bênamûs, xesandiye jiyan Peyv di bin nîrê dagirkeriyê de qûnde Peyv bêwate û herrimî û bêbuha Di ser peyarêka kolana vê jiyanê de livbaziya hemû bêvilan Bazirgan û bêarî û bênamûsî li ser sergoyan Vizeviz diçirrîne dilan û xêrhatinê dide bejneke nû Û winda dike di hembêza xwe ya gennî de Zivêr bûye jiyan li hev dixe mahdê bayê rêwî Deqên deng; bênasname, bênirx e nav Dê sibehan li goristana windayiyên bêsala û bênimêj de Kavirekî din jî wê aj bide hakan çavdarcı |