Tanıtım Yazısı
Hezkirin tekane rê ye ku mirovayetiyê ji hemû nexweşiyan rizgar bike, û tekane rêbaza ku hûn pê gelê xwe ji koletiyê xilas bikin di wê de ye. Tu dibêjî ingilîzan gelê te kiriye kole û ew bi xwe ve girêdaye ji ber ku gelê te têra xwe li ber xwe nedaye û bi zor bersiv nedaye zorê. Lê rewş tam berovajî ye. Ger ingilîzan gelê Hindistanê kiribin kole, ev ji ber vê ye ku gelê Hindistanê qebûl kiriye û hê jî qebûl dike ku zor rêgeza esasî ya nîzama civakî be."Ger xelkê Hindistanê bi zora şidetê hatibe kolekirin, ev tenê ji ber wê ye ku ew bi xwe bi şidetê jiyane û dijîn û qaîdeya ebedî ya hezkirina di mirovayetiyê de nas nakin."Lev TolstoyTolstoy, nivîskarekî mezin ji Rusya; Gandhi, şexsiyetekî girîng ji Hindistanê, bi rêya mektûban li ser şidet, berxwe(ne)dan, dîn, bindestî û hezkirinê... dipeyivin. Gotinên wan hê jî wek stêrkekê li esmanên Rojhilatê şewq didin.
daha fazla
Yazar: Lev Nikolayeviç Tolstoy
Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786257253048
Sayfa:
60
s.
Boyut:
10 x 15
Kapak:
Ciltsiz
Tarih:
2020
Kağıt Tipi:
2. Hamur