Bedeng
Bêdeng dima tu û berf dibariya
Di çavên te de dest pê dikir şevê Di pirtûkên nîvcomayî de didomiya Kêreke ko bû roja ku li ser eniya me dihat tûjkirin Wext awêneyên şikestî bûn Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima Û berf dibariya Rêbendan porê min ê gewrbûyî bû, dicemidîm Sibat ewladekî bêxêr bû, qaçax bû Û dûr bû havîn dêyek bû Şopên adarê li ser bedena min e Roj wek cêwiyên heman xeberoşkê bûn Nîsan di porê min de şil dibû tim Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima Û baranê dest pê dikir Em pir li hêviya xwe hiştin Qet di wextê xwe de nehat Gulan Pûşper Aram bû ango kesekî wisa bû Wek dermankirina birînan bû Belkî Tîrmeh xewnek bû Tebax bi stêrkan digirt ser şeva me Gulek di ser sûc de dihat zeftkirin Îlon qîrînên zarokekî bû Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima Û bê dest pê dikir Wek pelekê rêya xwe windakirî bû Cotmeh Me xwe bi wexêrî sirgûnan dikir Gelo yên mayî em bûn an yên çûyî, nedihat zanîn Mijdar di bê de pêşrewek bû Û hebekî Itrî Berfanbar bi dengê xwe dilerizî Her çi qas wek xewnekê bêhnçikyayî bibuhure jî Tu demsal bi qasî çavên te Bêmerhamet bi kar neanî neşter Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima Û berf dibariya Hicri İzgören |
gelek spas ji bo ve helbesta rengin
- renkli şiirin için teşekkürler.