0
Yorum
5
Beğeni
5,0
Puan
71
Okunma
Zivistan reş û har e,
Dibêjin: “Çima sar e?”
Baran jî hûr dibare,
Payîzok ji me ra kar e.
Serê biharê Adar e,
Kulîlk jî têne jimarê,
Xûn dikeve dûv marê,
Payîzok ji me ra kar e.
Havînê roja dirêj,
Xweydan reş û kirêj,
Ava sar bi Xwede brêj,
Payîzok ji me ra kar e.
Rabûye ba û bahoz,
Adar xweş e, evîn Newroz,
Bihar ji me ra bûye pîroz.
Payîzok ji me ra kar e.
Payîz dema bêder e,
Em bûn kolê kederê.
Bigihîjin heta kêderê,
Payîzok ji me ra kar e.
5.0
100% (2)
Hesabınıza giriş yapın ya da yeni üyelik oluşturun.