Şêrê Birîndar/Yaralı Bir Aslan
Min li ber siya darekê şêrêk birîndar dît.
Xwîn ji dilê wî diherikî, Hêsir ji çavên wî... Ew pir xemgîn, pir westiyayî bû. Ji mirovan westiyabû. Ji sozên negirtî, Ji kenên sexte, Ji teseliyên nehewce, Ji afirîdên bêmêjî, Westiyabû... Wî heta niha giraniya cîhana mezin bi tenê hilgirtibû, Lê hêza wî nema ku li rabe ser pîyan. Wî jiyaneke pûç û vala derbas kir, Ne ji bo tiştekî... Hewldanên wî pûç bûn, kesî qedrê wî negirt. Şêr, niha bêdeng li benda mirinê, li ber siya darekê bû. Şêr, niha dixwest ku bimire, li ber siya dare. Bir ağacın gölgesinde yaralı bir aslan gördüm. Kalbinden kan akıyordu, Gözlerinden ise yaşlar... Çok üzgün ve çok yorgundu. İnsanlardan bıkmıştı. Tutulmayan sözlerden, Sahte gülümsemelerden, Gereksiz tesellilerden, Akılsız yaratıklardan, Bıkmıştı... Şimdiye kadar koca dünyanın yükünü tek başına taşımıştı, Artık ayağa kalkacak gücü kalmamıştı. Boşa bir ömür yaşamıştı, Hem de hiçbir şey için... Çabaları boşunaydı, kimse değerini bilmedi. Aslan, şimdi bir ağacın gölgesinde ölmeyi bekliyordu. Aslan, şimdi bu ağacın gölgesinde ölmek istiyordu. |
gelek xeş bu