- 1233 Okunma
- 0 Yorum
- 0 Beğeni
Nûbihar'ın ilk 13 Beyitinin Kürçe Açıklaması
Ravekirina Nûbiharê ( Beyta yekan heta sêzdehan)
1.Beyta Yekemîn:Destpêkirina her ilmekê, pê navê Xwedê tê, tu jî vê destpêkirinê pê navê Xwedê bîne.
2.Beyta Duyemîn: Hemd, sena, şukir ji bo Xaliqê Rehmani ye, yanê ji bo Xwedê ye.
3.Beyta Sêyemîn: Wekî ku Xwedê behreya(yetenek) axaftina daye zimên, zimên jî daye insên.
4.Beyta Çaremîn: Çend selewat hebin, hemû li ser Pêxemberê me, yê ummî (nexwende) ye.
5.Beyta Pêncemîn: Ku gel bibin tabiiyê wî. Ev gel jî; ereb, ecem, kurd û rûmi ne.
6.Beyta Şeşemîn: Piştê hemd û selewatan ev nûbihar(ferheng) pê çend peyvan ji aliyê Ehmedê Xanî hatiye çapkirin û bi navê “Nûbihara Piçûkan” hatiye navkirin.
7.Beyta Heftemîn: Ev berhem, ne ku ji zanayan(mezinan) e, ev berhem ji bo piçûkên Kurmancan e.
8.Beyta Heştemîn: Wekî ku piçûkê Kurmancan Qur-ana Kerîm xilas dikin, lazime ku peyv û tîpan jî nasbikin.
9.Beyta Nehemîn: Ez li ser van peyvên Qur-ana Kerîm sond dixwim ku, ev zarok ê Qur-anê hîndibin, wek milyaketên.
10. Beyta Dehemîn: Ku derê fêmkirinê vebû, hînbûn êdî ne zehmet e, (hînbûn pir hêsan dibe.)
11.Beyta Yazdemîn: Zarok heviya me bûn lê, em bi ‘emelên batal ve mijûl bûn. (Me ji wan re pêşerojekî ronak nehişt.)
12.Beya Dazdemîn: Wextê ku zarokên me van dersan bixwînin, dê ‘emelê qencî bikin.
13.Beyta Sêzdemîn: Zarokno! Dema ku we ev ders xwendin, Me jî, ji bîra xwe bînin û ji me re Fatîheyekê bixwînin...
Bedreddînê WANî / WAN 27.08.2014
www.kurtdiliedebiyati.com
YORUMLAR
Henüz yorum yapılmamış.