BAVOBAVO Îro girî ketin çavê min bavo. Hêvî li der û dora me ji tune . Derdê bê derman ji li me xistiye. Hekîmên vira nabin derman bavo. Min dixwest ku ez pişta xwe bidim te. Ji te re bêjim derdê dilê xwe. Kes tune ku guhdarîya min bike. Şûna te jî qet kes nagire bavo. Ez bêkes im, li welatan xerîb im. Digerim li şûnên tenê digirîm. Carekê bêje were, ez naskinim. Bê te xirabê xanî yê me bavo. Dil dilerize, birîn tê de pir kûr e . Ev cîhana mezin ji min re teng e. Li ser çiyayê Soruk boran e, berf e. Aqilê min nagire vanan bavo. Ez xortê Seyîd im, tu bavê min î. Ez nizanim ku çend sal in tu tunî. Li bax û baxçeyên pepûk dixwîni. Bask û perên min ji nagirin bavo. 18 Gulan 2015, Rudow/Berlin Ali Koçak |