Ey însanê Gunehkar
Ey Xweda yê Rebbê alemîn
Ew evdê te te nabînin Kes ji kesîra rast nîne Herkes ji herkesi ra xayîn Ey însanê mirin bîr kir ! bav û kal ê te kê kefen kir ? Dunya sîya axretê ye Vê dunyê da ka kê çi kir? Kê ji kefen ra cêv çêkır ? Kê pere û pul ji xwe re bir. Çavê xwe veke û hişyar bibe Li vê dunyayê da hertiştê vir Ey însanê çav birçî ! Tu Ku hatî ku de diçî ? Çavê te yê li xwelî yê têr be Zikê te yê hertim birçi Ey însanê ziyankar ! Te çi xwe ra kire bar? Barê te jî heramî ye Tu hertim gunehkar Ey însanê minafiq Tu qet nabî muafiq Dawîya te jî agir e Tera hezar carî yazix Ey însanê gunehkar Şeytan te ra nabe yar Te malê dunya yê xwar Dilê te jî axiretê sar Gelek bê namus heye Ne heya ne jî perde maye Hezar carî mirin dîtîye hê jî nizane mirin çi ye Kê mirin ê eyane ? Ezraîl ber seryan e Li ser zirza derî ya ne Derî ji benda zemane Zeman warê derî vebe Tê her bizanibî xewe Lê xew nîne hişyar be Ezraîl hat rih bibe. 19.07.2020 |