2
Yorum
5
Beğeni
5,0
Puan
1749
Okunma
Roj Li Te Hên Neçû Âvân
Jiyan dest pêkir bi ber bangê
Tê razê heyâ kingê
Rabe nefsêra bike cengê
Roj li te hên neçû âvân
Hemû nîmet ji bû te da
Cîhan te ra kirîye feda
Dest bavê rihmâ Xweda
Roj li te hên neçû âvân
Tû çend roj,şeva vir mêhvanî
Xweda ji bû te wextek danî
Xweda ra bike tû ebdanî
Roj li te hên neçû âvân
Xwe amadake ji bû heşrê
Tê bi rastî biçî qebrê
Qelbê xwe bavê kîn û qehrê
Roj li te hên neçû âvân
Bahaddîn Bulut/17/05(Gulan)2019/În/Wan
5.0
100% (1)