Hinekî Şîn Hinekî JînHinekî Şîn Hinekî Jîn Gulberfîna dildarê rojê Wexta hêvî di bin berfê de vedibe Li ser çiyayê kezebperitî Dûyek bilind dibe Li qûntara çiyê de Vediguhere lehiyê Di dengê bilûra şivanekî de Di newaya stranek a dilşewat de Ji rengê şînê diçe şev Wexta serê çiyê vediguhere soriyê Hinekî jiyan tê çandin Tov dibe hêvî û dikeve axê Tim jiyan diherike pêşerojê Wek bayê her tim bi bêdengî Wek mînaka trênekî Hêviya dibe ji dûriyan re Kürtçe şiir kitabım... |
Saygılarımla.