Tanıtım Yazısı
Ax! Xwezî bi wan rojan! Wekî aniha li bîra min têt,wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû ûhêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn. Befrîkên xwe me bo şevekedirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû ûancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana. Dadê ji êvarî de beroşekemezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabûkeşka têr bi goştê perasûyan. Şev kanûnkuj bû. Bapîrê me digot, wextekê jiwextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekîwê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare, lewra rabûye jiêvarî de gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurênxwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê,gundî tev di bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.
daha fazla
Yazar: Ömer Demir
Yayınevi: Peywend
ISBN: 9786257568623
Sayfa: 0s.
Boyut: Roman
Kapak: Ciltsiz
Tarih: 2022
Kağıt Tipi: 2. Hamur