Tanıtım Yazısı
Kitêba David Nicolle, “Hittîn 1187 / Serfiraziya Herî Mezin ya Selaheddîn“ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi ebatê mezin e û tê de resm û grawurên rengîn cih digrin. Kitêb ji aliyê Aynur Kaş û Fahriye Adsay ve ji ingilîzî hatiye wergerandin. Di mehên pêş de bi eynî awayî çend kitêbên din ên şer, fermandarî, taktîk û stratejî wê derkevin.Daxuyaniyên dijberiyên herî mezin ên dîrokê, hûrgiliyên stratejî û taktîkên fermandariyê, di merhaleyên girîng ên şeran de serpêhatiyen hêzên dijmin.Di sala 1187an de, Ewropaya xiristiyan bi bûyerên Rojhilata Navîn lerizî. Ev kitêb behsa wan mehên girîng dike –li Hittînê; li cihê ku şer du rojan berdewam kirî, li penaveke bêav a di navbera Sefuriye û Tîberyayê de, di bin taveke sotîner de yekîneyên Selaheddîn artêşa xiristiyanan hilweşandin, xiristiyan têk çûn û misilmanan Yeruşalem / Quds bi dest xist. Bobelata Hittînê bû sedema hilweşîna Qraliyeta Qudsê û rê li ber Xaçparêzên Sêyem ên di bin fermandariya Rîchardê Iemîn ê ‘Coeur de Lion’ [‘Şêrdil’] de vekir. Kitêb li hûrgiliyên Hittînê dikole û li encamên wê dinêre.
daha fazla
Yazar: David Nicolle
Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279714
Sayfa:
96
s.
Boyut:
17 x 24
Kapak:
Ciltsiz
Tarih:
2014
Kağıt Tipi:
1. Hamur