Tanıtım Yazısı
Ev xebata li ber destê we di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend, Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê yên nasnameyî radiweste. Ji ber ku piranîya deqên debîyata kurdî ya Sovyetê di nav anonîmîya folklorîk, etnîk, îdeolojîk û jîngeheke stalînîst a behrekuj da tên berhemanîn mirov ji bilî şopên bernameyeke sîyasî ya sepandî rastî tu şopên takekesî û çavdêrîyeke rasteqîne ya civakî nayê. Tevî vê di mînaka Emerîkê Serdarî da hin nivîskar xwe ji bin vê sîbera reş û tarî rizgar dikin û heta radeyeke baş edebîyateke şexsî û cîyawaz berhem tînin. Ji ber vê ji bilî vê dîmena giştî ya yekaheng di beşeke vê xebatê da alîyê cîyawaz ê vê edebîyatê jî tê vekolîn.
daha fazla
Yazar: Zülküf Ergün
Yayınevi: Nubihar Yayınları
ISBN: 9786257383844
Sayfa: 168s.
Boyut: Araştıma ve İnceleme Kitapları
Kapak: Ciltsiz
Tarih: 2023
Kağıt Tipi: 2. Hamur
İncelemeler ve Yorumlar
Araştıma ve İnceleme Kitapları kitabı hakkında sen ne düşünüyorsun?