ROJ XEMILÎYE ROSÊ
#şrşgr
ROSÊ, destê xwe bide min Ez dil şewat im. Di kuçeyên dilê min de Kolan kolan bigere û ji stêrkan re bişînê şewatâ eviné Gulek be, di çîya yên welat de Bibe sosin û xemla berfîna Bêhna xwe belavke bi tîrêjên rojê re Bibe hêvî Bi rukenî ya zarokên rojê. Evînê bişkivîne Bi germahî ya dil. Ji bo em têr vexwin ava evînê Û bibin bersiv ji bo çavnebara Şoreşger Karakol |