0
Yorum
5
Beğeni
5,0
Puan
3148
Okunma

#ŞRŞGR
Di şevek şevên payîzê de
Bi derketina stêrkan re
Ezê serê xwe deynim li ser çokên te
Û ji Minra evina Mem-u Zinê bêje,
Bextreşî ya sîyabend û xecê
Û bilindahîya çîyayên sîpanê..
Dilê xwe ji min re bike wargeha evînê
Ji bo ku her mêj û teetê de,ez ji xwera bikim qiblegeh.
Guhê min li teye evînê
Azîn azîn bêje.
bi lorîkên dayîkên dilşewat
Bêje delala min bêje
Min çavê xwe da ber çavên te
Ji min ra evîna me bêje
Bi her peyvê de
Qedexe ya zimanê me.
Bêje delala min bêje
Min dile xwe da ber destê te
Destê xwe dirêjî dilê min bike.
Şoreşger Karakol
5.0
100% (2)
Hesabınıza giriş yapın ya da yeni üyelik oluşturun.