Tanıtım Yazısı
Dayîk bi kilaman, bi lorandinê bi zarokên xwe şah dibin, bi çîrok û kilaman zarokan radizînin. Bi kilaman bûkan siwar dikin, bi kilaman mêrxwasên xwe dişînine li ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verê dikin. Şivan bi kilam û bilûrê kerên xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotên xwe li ser axê dikşînin. Kilam ji xerîban ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirên hesreta dilê xwe kerr dike. Kurd bi kilaman laqirdiyan dikin, bi kilaman dikenin, bi kilaman digirîn. Tu tişt hesîn, his û agirên welatparêziyê, miletparêziyê, heqiyê û ramê di nav evdên Kurd da ewqas zû gurr nakin bi qasî zargotinê. Destanên me bi kilamî têne gotin, ebûbeta dînî, heta dua-dirozge jî bi stran in. Zargotina Kurdî pircûre, pirawaz û pirreng e. Ew çîrok in, destan in, afirandinên olî ne, kilam in, beyt in, mesele û metelok in. Her cûreyekî afirandina bedewtiyê ya gelêrî, nexş û awazek e, reng û rewşek e, bedewîyek û xemlek e, qeydekî şîrîn yê xezayî yê giranbiha ye… Di odeyên gundan yên tarî da zargotina me hatiye xwedîkirinê, di wan da ew xizneya ruhî ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Ode bi dewranan, ji gelê me ra dibistan û “unîversîte“ perwerde, zanîn, dîrok, medeniyet, xwedîkirin û dewlemendkirina ziman û edebiyata gelêrî bûne.
daha fazla
Yazar: Eskere Boyik
Yayınevi: Na Yayınları
ISBN: 9786257085540
Sayfa: 116s.
Boyut: Yabancı Dilde Kitaplar
Kapak: Ciltsiz
Tarih: 2022
Kağıt Tipi: 2. Hamur
İncelemeler ve Yorumlar
Yabancı Dilde Kitaplar kitabı hakkında sen ne düşünüyorsun?