MENÃœLER

Anasayfa

Åžiirler

Yazılar

Forum

Nedir?

Kitap

Bi Cümle

Ä°letiÅŸim

Bedeng
zanahan

Bedeng


Bêdeng dima tu û berf dibariya


Di çavên te de dest pê dikir þevê
Di pirtûkên nîvcomayî de didomiya
Kêreke ko bû roja ku li ser eniya me dihat tûjkirin
Wext awêneyên þikestî bûn


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya
Rêbendan porê min ê gewrbûyî bû, dicemidîm
Sibat ewladekî bêxêr bû, qaçax bû
Û dûr bû havîn dêyek bû
Þopên adarê li ser bedena min e
Roj wek cêwiyên heman xeberoþkê bûn
Nîsan di porê min de þil dibû tim


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û baranê dest pê dikir
Em pir li hêviya xwe hiþtin
Qet di wextê xwe de nehat Gulan
Pûþper Aram bû ango kesekî wisa bû
Wek dermankirina birînan bû
Belkî Tîrmeh xewnek bû
Tebax bi stêrkan digirt ser þeva me
Gulek di ser sûc de dihat zeftkirin
Îlon qîrînên zarokekî bû


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û bê dest pê dikir


Wek pelekê rêya xwe windakirî bû Cotmeh
Me xwe bi wexêrî sirgûnan dikir
Gelo yên mayî em bûn an yên çûyî, nedihat zanîn
Mijdar di bê de pêþrewek bû
Û hebekî Itrî
Berfanbar bi dengê xwe dilerizî


Her çi qas wek xewnekê bêhnçikyayî bibuhure jî
Tu demsal bi qasî çavên te
Bêmerhamet bi kar neanî neþter


Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya



Hicri Ýzgören
Sosyal Medyada Paylaşın:



(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.