MENÃœLER

Anasayfa

Åžiirler

Yazılar

Forum

Nedir?

Kitap

Bi Cümle

Ä°letiÅŸim

BAVO
Seyidoglu

BAVO



BAVO

Îro girî ketin çavê min bavo.
Hêvî li der û dora me ji tune .
Derdê bê derman ji li me xistiye.
Hekîmên vira nabin derman bavo.

Min dixwest ku ez piþta xwe bidim te.
Ji te re bêjim derdê dilê xwe.
Kes tune ku guhdarîya min bike.
Þûna te jî qet kes nagire bavo.

Ez bêkes im, li welatan xerîb im.
Digerim li þûnên tenê digirîm.
Carekê bêje were, ez naskinim.
Bê te xirabê xanî yê me bavo.

Dil dilerize, birîn tê de pir kûr e .
Ev cîhana mezin ji min re teng e.
Li ser çiyayê Soruk boran e, berf e.
Aqilê min nagire vanan bavo.

Ez xortê Seyîd im, tu bavê min î.
Ez nizanim ku çend sal in tu tunî.
Li bax û baxçeyên pepûk dixwîni.
Bask û perên min ji nagirin bavo.


18 Gulan 2015, Rudow/Berlin
Ali Koçak

Sosyal Medyada Paylaşın:



(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.