MENÃœLER

Anasayfa

Åžiirler

Yazılar

Forum

Nedir?

Kitap

Bi Cümle

Ä°letiÅŸim

Çarin


Dilê þad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweþrewþ agah ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.

Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulþen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim

Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gûmana min ev e ku xaliqê te
Veþartî î di temaþa te de ye

Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doþekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e

Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min

Her ew ku aþiq e ji can natirse
Aþiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aþiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya þivan natirs
hakan çavdarcý
Sosyal Medyada Paylaşın:



(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.