MENÃœLER

Anasayfa

Åžiirler

Yazılar

Forum

Nedir?

Kitap

Bi Cümle

Ä°letiÅŸim

Ey însanê Gunehkar
Erhan Gündere

Ey însanê Gunehkar


Ey Xweda yê Rebbê alemîn
Ew evdê te te nabînin
Kes ji kesîra rast nîne
Herkes ji herkesi ra xayîn

Ey însanê mirin bîr kir !
bav û kal ê te kê kefen kir ?
Dunya sîya axretê ye
Vê dunyê da ka kê çi kir?

Kê ji kefen ra cêv çêkýr ?
Kê pere û pul ji xwe re bir.
Çavê xwe veke û hiþyar bibe
Li vê dunyayê da hertiþtê vir

Ey însanê çav birçî !
Tu Ku hatî ku de diçî ?
Çavê te yê li xwelî yê têr be
Zikê te yê hertim birçi

Ey însanê ziyankar !
Te çi xwe ra kire bar?
Barê te jî heramî ye
Tu hertim gunehkar

Ey însanê minafiq
Tu qet nabî muafiq
Dawîya te jî agir e
Tera hezar carî yazix

Ey însanê gunehkar
Þeytan te ra nabe yar
Te malê dunya yê xwar
Dilê te jî axiretê sar

Gelek bê namus heye
Ne heya ne jî perde maye
Hezar carî mirin dîtîye
hê jî nizane mirin çi ye

Kê mirin ê eyane ?
Ezraîl ber seryan e
Li ser zirza derî ya ne
Derî ji benda zemane

Zeman warê derî vebe
Tê her bizanibî xewe
Lê xew nîne hiþyar be
Ezraîl hat rih bibe.

19.07.2020
Sosyal Medyada Paylaşın:



(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.