Dayîkamin vaye zivistan sar jî hat bi qirr û qeþave Lê, agirê dilê min sar nebû dayê Bi çûyîna tera hemû tiþt wenda bûn,roj heyv sitrék gul sosin beybûn
lê tenê tu heye li ber çavê Min,dayê Dayê her rojên bê te, dibe çirûskek ji agir di dilê Min de gurr be dayê,
ez her þevê te dixemilînim Di xewnê xwede, û te dikim bûk, û te dikim siwarê êþên xwe dayê, û tu dibe rêwîyê rêka tenêtîya min dayê
Dayê di rojên bêtenêbûyìna te de, Ez li xwe digerim li goristan û goristan, diþopînim þûna rondikên çavên xwe dayê
Her dema kû roj hiltê Bi tera dest pê dike Xeyalên zarokatîya min Gava kû te kezîyê min, bi keseranve dihûna, hîna jî bêhna Hezkirina te, tê ji kûrahîya xeyalên min dayê
Ez îro jî bûme pepûk Bê bask û qidûm þikestî me Li ser gora ’te dayê li ser gora ’te dayê*
Sosyal Medyada Paylaşın:
şoreşger karakol Åžiirleri
(c) Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve/veya temsilcilerine aittir.